JI Dibistana Celadet Bedir Xan
û Osman Sebrî derketiye (1)
Ji bo giyanê nemir Newroz Alosî re diyarî
Siyamend Brahîm* Di jiyana gelan de çendî mirovên xwediyê baweriyên xurt û bi doza gelê xwe bendewarin. Ew her tiştê hêja ji tevger û doza welatê xwe re pêşkêş dikirn, birastî ew xwedan hesteke neteweye ku xweşik dilên wan coş bi coş xurttir dibe, û tiştê balkêş ku ev kesane xwediyî vîneke bê sînore ku demjimêr bi demjimêr barê ku li ser milên xwe rahiştine, ew ji doza welatê xwe bi dûr nexistin, û dûşa (ticah) wî sist an jî li viyalî yan li wiyalî naçe.
Di salên 1984 min li mala Apo Osman Sebrî çend heval û şagirtên wî ji kurdên Şamê dîtin, ew şagirtên ku ji dil û can bûne bîra û xwedî, di xweşiyê û ta'liyê de pêre rawestîn, belê ew Raşid Cel'o, Izzet Filo, û Reşîd Şêx el Şebabê Kîkî ye, evana ji Apo Osman re bûne piştekeke xurt her gava ku Osman Sebrî diket zindanê evana alîkariya wî dikirin, û biratî, û dostaniya50 salê winda nekirn, Mirin tenê ewan cuda kirin, û min xweş lê ku pir rolla wî ji aliyê diravî pirr xurt bû, ew Reşîdê Şêx el Şebabe ewa dawî piştî Osman Sebrî bi 17 salan mir.
Lê kêmin ji wan kesan ên ku ji nêzîk ve ev mirovê niştimanperwer naskir, Birastî ew her tişt ji bona doza gelê xwe da, berî her tiştê çawa ew mendanlê ku li dibistana seretayî ango li dibistana (Mekteb E'nber) li Şamê çav li mendalekî E'reb kir, Bê çawa li pêşiya wî û hevalê wî Osman O'mer ji kurdên Şamê , wekî Naziyan destê xwe bilind kir û gote (bijî I'rûba) Îçar ev her dû mirovana xwîna kurdîtiyê keliya û hişyar bûn, ku ew Kurdin û zimanekî wan heye, û bi navê Kurdistan welatekî wan jî heye. Rûpel 53 ji pirtûka (jiyana min).
Hêjaye gotinê gava mamoste Reşîd xwendina xwe tewaw kir, û hinge ew 17 salî bû, û ew vegeriya (Taxa Kurdan) û dibêje:'' Me bihîstibû ku kesayetiyeke mezin ji kurdistana Turkiya hatiye, û tê de dijî, "car ez û hevalê xwe Raşid Cele`o çûne seredana Osman Sebrî, mebesta me ji vê seredanê ew bû ku em ji nêzîk ve xweş wî nas bikin, û di biryara dilê min de zeriyeke (Taqe) heye ku ez dikarim ji welatê xwe re Sûryê tekoşînekê bikim. An jî ji riçên bav û kalên min re Kurdistan''…..D heye-
---------------------------------------------------------------------------------
Siyamendbrahim@gmail.com (2)
Lê Şamê û bi taybetî li Taxa Kurdan bizava rewşenbîrî bi rêveberoya mamostên mezin bi taybetî Osman Sebrî paşe Celadet Bedir Xan roleke xurt lîstin, ewana serperiştiya yaneyên Kurdan: (Kurdistan, Dêrsim) dikirin. Serperiştiya wan li ser tîmên Şipê, Basket, Comenestîk, û piştî nîvro ji şagirtên Kurdên Şamê dersên zimanên Kurdî didan, rola mezin û yekemîn ya Osman Sebrî bû, jiber ku dersên zimanên kurdî didan û mamoste Celadet hemî dem û katên xwe ji bona kovara Hawarê dabûye.
Belê kesaetiya Celadet û Osman û hin din jî wekî Qedrî Can û Dr Kamîran Bedir Xan bandoriyeke bê hê hêz li ser çandina tovên hişyariya hasten ntewî hebû. Erê ew dînamiya tevgera wan ya xurt cihê pesendariyê ye, ku di dilên xortan hasten kurdayitiyê biçesibînin, sinçî Rastiya kesîtiya wan hezkirineke bê hempa xiste dilê komela Kurdan, û bi dehan ji xortên kurdên taxa Kurdan û xortên Kurdan ku dervî Taxê kişandin wekî Malbata Îbêş, Ecelyeqîn,
Manoste Reşêd dibêje: '' mamosteyên min yên ku qenciya wan li ser min hene Dr Memdûh' Heqî û mamostê zimanên Firansî Celadet Bedir Xan(rûpel 50 ji pirtûka (Ji hişê min) û ji alîkî din ve gava em li wan xortên ji Kurdên Şamê ku ketin xebata Kurdayetiyê û di civaka xwe de cihekî mezin girtin, wekî Dr Xalid Qotreş, Ehmed Baravî, Xelîl I'cik, Ibrahîm O'sman, Subhî Temir, Subhî Diyar Beker lî, Selah Kos El Eyûbî, Hemze Resûl, û birayê wî Medenî Resûl,, Xalid Kaka, Cihad Berazî,'' Beha dîn Wanlî, Selah Zilfo, Ebdul Wehab Kîkî, Ibrahîm Mih'elemî, Ibrahîm Mettînî, I'zedîn Millî, Ebû E'wnî Millî, Raşid Cele'o, I'zzet Filo).Rûpel 51 û min ji devê Osman Sebrî û min pirrên wan dîtin.
Belê Mamoste Reşîd dibêje: '' Em çûne seredana mamoste ew tekoşer Osman Sebrî ew di xanîkî hesan de, ew bi pêşwaziyeke gerim hate pêşiya me, û her wekî ji salin dirêj em nas dikirin'' û min jê re gotê: '' Em hêvî dikin ku tu bi hatina te û cînîşbûna te li cem kêfxweşî?
Û Çawa ez ne kêfxweşim xasma ez xortên wekî we dibînim. Û lli min û li welatê xwe dipirsin'' û gava hat û ji me pirsî :
Hûn bi zimanên kurdî dizanin?
Em şermezar man û me fedî kir; û me jê re gote:
Em şagirtên te ne û li ber destên te emê fêrî zimanên kurdî bibin.
Rabû ji min re gote : Hûnê herin Yaneya Kurdistan li Cisir Nehhas û dema danê êvarê beşdarî korsêa zimanên kurdî bibin'',
Û wisan em çûne dersên zimanên kurdî bibin û me elfebeya kurdî xwend û ji ber ku me bi zimanên Firansî zanîbû em bi hesanî fêrî zimanên kurd bûn''
Û di eynê katê de yaneyeke din jî hebû navê wê Yaneya Selah dîn bû, ew li çiayayê Qasiyûn bû, û ew nêzîkî mala Apo Osman Senrî bû'' û di vê yaneya han de hemû lîstikên erzeşî dilîstin.rûpel 54
3
Roj bi roj hişyariya xortên Taxa xurttir dibû, çalakiyên rewşenîrî zêdetir dibû, xortên taxê bi xurtî li kurdîtiya xwe vegeriyan, li cem wan pêla netewiyî gurr tirbû, yekem car ew bi xwe hest kirin ku zimanekî wan nivîskî heye, nemaze ku helebstên seydayê Cegerxwîn dihate xwendin Erê Mamoste Reşîdê Şêx el Şebab dibêje: '' Ez bûme endamê koma keşşafa kurdî, û di havîna sala 1944 an de ango di havîna 1944 yane bi beşdarbûna wezîrê xortan (Munîr El E'cclanî) û cîgerê alîkarê samî Ferensî , û birrek ji mezinên dewleta Sûryê ve li şahiyê hatbûn vexwandin, Li vir ez hez dikim ku nameya dîdarî ya nemirê rêzdarî I'zzet Filo binivîsînim: '' Tu dizanî gava min li taxa Kurdan şahiya mezin li dar xist, ew bi sedan ji endamên yaneya me beşdarbûbûn, û me ala kurdî li tenişta E'rebî bilind kirîbû, hinge min ji (H'eyder El Kizberî) re ku ew jî berbirsyarekî mezin bû ji mezin gir gire ji desthilata Ferensiyan bû, û min jê re gotê: Hûnê tevan li bi ala kurdî ve derbas bibin, ew keniya û li bin ala kurdî re meşiya''.
Û li vir mamoste Reşîd bûyereke balkêş dibêje: '' Gavan emir Raşid Cele'o xwedanê yaneya Dêrsim û şagirtê Osman Sebrî helbesta Cegerxwîn, Welatê min tu yî bûka cîhanê xwend, Îcar xortekî dilgerm ji taxê navê wî Mehmûdê Şûr Te'zî demança xwe kişand û ji kêfa re çend fîşek berdada asîmana''
Bêlê cardin dubare dike û dibêje: gava em bûne endamê yaneyên gelek ji kesayetiyê Kurdan xwedan rewşenbîriya bilind beşdar dibûn, û ji wan Celadet Beder Xan, Qedrî Beg, Ekrem Beg, helbet hatina wan ji bo ku dilê xwe têxin cî û li ser çalakiya yaneyên dilniya bibin''.
Hêjaye gotinê ku li gor Reşîdê Şêx El Şebabê Kîkî dibêe ku di çapkirina Hawaê de ew û Subhî Temir, Raşid Cele'o ji alkariya Mamoste Celadet Bedir Xan re dikirin…..
-----------------------------------------------------------------------------------------
Siyamendbrahim@gmail.com Tozeke ber bi ezmana ve diçe, ew destpelîneke taybet dinimîne, ji ber ku zû Silo
شارك بهذا الموضوع في صفحتك على الفيسبوك
