Jiyana me beşeke ji kakilê tracidiyê ye, ev jiyan bi qorên pola hatiye stran, teqez kêm caran bayê hênik li riwê me xistiye, her germiya baybanê
lûsa me ne xweş dike, ew tev bi kul û derde, em li ber van boblatên wekî Tisonamî ji qurm ve em radikin, me li asoya li me dixîne, em wekî zîzokê digerîne, me bê hiş dike, ew dixwaze me ji her tiştî qut bike, riçên hebûna me rake, û pirî caran pencên xwe davêjin stûyê me matmayî dimînin! û tu çawadi beşê vê tracîdiyê de hemû nexweşiyên kirêt li dora canên me diherin û tên, ew ketina kevçika dilê me, Tu bi ku ve herî êş, kul û derdên me yê bi rengê nehengan êrîşî giyanê me dike û bê izin û destûr rojên me reş dikin.
Lê ka emê çi bikin?
Em xwe bikujin?
Em bi çol û beyaran keve?
Çareya vê boblatê (Karîsê) çiye?
Divê em li van hoyên dijwar ku jiyana me kiriye wekî listeya xweşî û nexweşî bixwin, perîşanî, Li ber êş û kul û derd, û astengên me dibînin, rawestin, û li dongiya xwe binerin û nekevin raman û sawîran, eve qedera me, eve pêşeroja me?
em nizanin bê çawa pîpenokên rojên me derbas dibin, xwe li ser rûpelên darên ku ji kokê ve tê xwarina xwe dispêrin, sipartinineke bê durv û kêsim ku bi elenda ziwa hatiye pêcan.
belê divê ev bêjeya han durşmeke li ber çavan be, çavên me bi tenahiya êş û kulan pêçayiye.
Ez nizanim bê heya çi radeyeyê piskoliciya hinan ji kesên ku ev nexweşiya han pêketine, bi reştariyê dil, hiş, û dan û standina wan hatiye stran, Erê çawa Belê tu koçerekî kurd be li ewrûpa bî, an jî tu Donkîşt bî te rahiştiye şûrê xwe yê zingarkirî û şerrê mêrxasiyê dikî, Hêdî Ey suxteyê xwedan hesteyeke nazenîn, qeşeng ş zîbayî hîn di wê kîna reş de dijî,
Û çawa tu ji heval û hogerên xwe pozê xwe bilind dikî, gelo ev hop hope dikin gihane çi asteyê, asta sinçî û rewşenbîrî, omîd û daxwaza wan xwe li kolanên Qamişlo, Efrîn, û Ewrupa xwe wekî dîkî reş li ting û sergoyan diçêrin, û ji wî hewdikê han ava genî vedixwin, û pê noşe dibin, ji ber ku ew nikarin ji vê guvika han rizgar bin, her ew di vê bandora xerab de dimînin.
di vê mînakê de pêximber Îsa li ber çavên me xweş nemûniye, Raste mirov dikeve gelek şaşiyan, lê divê armanca tîrên me yên xedeng bi alî dujminê me ve here, ne mirov berê tîrên xwe berdin singa hevalên xwe berdin. Dilovan', mihrevan', ew nasnameya mirovê bîrewer û têgiştiye, Bejn û bala me bilinde, ziman, û doza welatê me ser gişî re ye, dahêna me xurte, Em wekî baz û helûyan dimeşin, hêza me ji pênûsa me ye, ne bi gotinên girs û qelew, Li vir metelokeke kurdî hate bîra min :'' Devê xelkê ne doxîne mirov girêbide'' divê tu polî poşman bibe, û xwezaya lê bûrîne bixwaze, û ew jî bi destê wî nakeve,
Hevalo, Delalo di birceke acîd nejî, dikeve qada xebata rastîn, rahêje pênûsa paqij, dilê xwe ji vê zengariya han pak bike, û dev ji pozbilindiya xwe berde, û bibe camêr, camêrtî ne bi gera kuçeyên Qamişlo û Ewrupa ye, camêrtî tu tiştekî baş û qenc ji komela xwe re bikî, ne ji nefsa xwe re bikî. Eve mêrxasî,
Lê mejiyê hin ji rewşenbîrê me di entîkxana koeriyê de digere, gereke pîvanoke, eger em bêjin di vê baybanê de ziwa bû, ava zelal venedixwar, riçên wê çelmisîbûn, lê li Ewrupa rengîn wargehê sinçiyê bilind û li pêş, çima rewşenbîrê me hîn di gundiyê de dijî, gelo heya kengî wê di wê girava reş û tarî de bijî, Heyran dem û dewran tê guhertin û hin jî tu di bin siya çîrokên kevn de dijî, xuyaye tu ekama Ewrupa li we nekiriye, û ji bo suxteyê giyanê wî yê reş herifîye, vegere dilê xwe yê paqij, ji ber ku mamostê nemir xwedan derûneke hesan bû, paybûn û berzbûna kesayetiyê li cem wî tune bû?
Karwanên me bi rê ve diçin, û em li bajarê evînê dijîn, em ji ên li welêt re bi taybetî dibêjin tîrên we pûçin. xaxin, asta rexneya we geniya dibin , û ji yên li ewrupa de dijîn dibêjim zehmete hûn ji nexweşiyê xwe rizgar bibin, xuyaye tu ekama Ewrupa li we tuneye.
Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.comشارك بهذا الموضوع في صفحتك على الفيسبوك
